Di nav mehekê da 16 hezar kesî ji balafirgehê îstifade kir

Li gor îstatîstikên meha nîsana sala 2019an a ku Midûriyeta Giştî ya Saziya Meydanên Hewayê ya Dewletê (DHMÎ) weşand di meha nîsanê da ji Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ya li Yuksekovayê 16 hezar û 773 kes çûn û hatin.

Di nav mehekê da 16 hezar kesî ji balafirgehê îstifade kir

Di meha nîsanê da 16 hezar û 773 kesan ji Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê îstifade kirin.

Li gor îstatîstikên meha nîsana sala 2019an a ku Midûriyeta Giştî ya Saziya Meydanên Hewayê ya Dewletê (DHMÎ) weşand di meha nîsanê da ji Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ya li Yuksekovayê 16 hezar û 773 kes çûn û hatin.

Di nav mehekê da 112 balafirê li balafirgehê danî û careke din ji wê derê bi hewayê ketin û bi wan balafiran jî bi qasî 179 ton bar hat birin û anîn.

Ji meha rêbendana sala 2019an heta dawiya meha nîsanê li Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî bo 40 hezar û 49 kesên rêwî xizmet hat dayîn, 316 balafir danîn û rabûn, ji balafirên hatin û çûn jî 415 ton bar birin û anîn.

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE