Di nav rojê de hesinkar êvarê jî kanûnjen e

Nav rojê li dikana xwe hedadiyê dike, evarê jî li kanûnê dide.

Di nav rojê de hesinkar êvarê jî kanûnjen e

Nav rojê li dikana xwe hedadiyê dike, evarê jî li kanûnê dide. Hesinkarê mêrdînî ji aliyekî karê bav û kalên xwe dike, ji aliyekî jî bi mûzîkê re eleqedar dibe. Hosteyê 63 salî dibêje :” muzîk xewna min a zaroktiyê bû.”

Abdulkadir Gökbalikê hesinkar 63 salî ye.

Hesinkarî an jî hedadî jê re ji bav û kalan ma ye.

Di nav rojê de debara xwe bi hesinkariyê dike.

Dema dibe şev, bi mûzîke re mijul dibe, li hin cihan derdikeve dikê û li kanûnê dide.

Her çiqas herdu pîşe ji hev cuda bin jî ew dev ji herduyan jî bernade.

Hesinkarê mûzîkjen gelek bala turîstan jî dikşîne.

Hoste Abdulkadir him li nav welêt him jî derwelêt di çarçoveya bernameyan de li kanûnê dide.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE