"Di nav salekê da wê avahiyên li Îzmirê bên teslîmkirin"

Kurum piştî civîna li Navenda Kordînasyonê ya AFADê ya Îzmirê daxuyaniya çapemeniyê da.

"Di nav salekê da wê avahiyên li Îzmirê bên teslîmkirin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der barê avahiyên di erdheja li Îzmirê xera bûn da wiha got: "TOKÎyê herî dereng di nav mehekê da dest bi çêkirina avahiyan bike. Di nav salekê da jî wê avahî bên teslîmkirin."

Kurum piştî civîna li Navenda Kordînasyonê ya AFADê ya Îzmirê daxuyaniya çapemeniyê da.

Murat Kurum diyar kir êdî dest bi xebatên rakirina kavilan kirine û wiha got: "Tenê li qadekê kavil mane. Li wir jî em xebatên xwe bi baldarî didomînin."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum balê kişand ser nûkirina avahiyan got ku li welatê me nûkirina avahiyan bi qasî têkoşîna dijî terorê girîng e.

Kurum di axaftina got ku bangî hemû Tirkiyeyê dikim ku divê tesbîtên avahiyên xwe bikin û di avahiyên zexim nînin da rûnenin.

Murat Kurum destnîşan kir li kavilên 17 avahiyan û avahiyên li derdorê da wê cardin lêkolînê bikin û wiha got: "Avahiyên nû bên çêkirin tevî qata zemînê wê ji 5 qatan bilindtir nebin."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der barê avahiyên di erdheja li Îzmirê xera bûn da wiha got: "TOKÎyê herî dereng di nav mehekê da dest bi çêkirina avahiyan bike. Di nav salekê da jî wê avahî bên teslîmkirin."

Kurum diyar kir heta niha bi tevahî bi 2 milyon û 865 hezar lire alîkariya kirê û barkirina malê dane.

Murat Kurum destnîşan kir ji ber erdheja li Îzmirê di 22 hezar avahî û 141 hezar beşên cuda da xebatên tesbîtkirina xisarê hatine kirin û got ku 180 avahiyên xisareke mezin dîtine, xera bûne û divê bên xerakirin hene.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum diyar kir li 13 navçeyan mêvanxaneyên kamuyên yên ku kapasîteya wan qederê 7 hezar û 600 kes e hene û wiha axivî: "Niha 208 erdhejzede lê dimînin. Ciyê me têrê dike, em dikarin welatiyên xwe li mêvanxaneyên kamuyê bikin mêvan."

Kurum destnîşan kir li Bayrakliya navçeya Îzmirê di destpêkê da hezar konteyner datînin û wiha got: "Xebatan duh dest pê kir. Em ê 19 roj bi şun da jî teslîm bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE