Di navbera Bulgaristan û Edirneyê da seferên trênê

Ji 1ê Hezîranê pê va ji Fîlîbeya bajarê Bulgaristanê ji bo Edirneyê wê seferên trênê dest pê bikin

Di navbera Bulgaristan û Edirneyê da seferên trênê

Di navbera Rêhesinên Bulgaristanê û Rêhesina Komara Tirkiyeyê (TCDD) da peymanek hat îmzekirin, li gor vê peymanê ji 1ê Hezîranê pê va ji Fîlîbeya bajarê Bulgaristanê ji bo Edirneyê wê seferên trênê dest pê bikin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji TCDDyê hildan ji bo ku di navbera Bulgaristan û Tirkiyeyê da bazirganî pêşva here ji Fîlîbeya bajarê Bulgaristanê ji bo Edirneyê wê seferên trênê bên destpêkirin.

Trên wê ji 3 vagonan pêk bê û 226 rêwiyan bîne û bibe.

Seferên trênê wê ji 1ê Hezîranê pê va dest pê bikin heta dawiya salê wê rojnên şemî û yekşemê jî çêbibin.

Mesafeya di navbera Edirne û Fîlîbeyê 184 kilometre ye. Trên wê 4 saat û 15 deqîqeyan da vê rêyê here.

Trenê ji Edirneyê saet 17.00an da rabe û di saet 21.15an da bigîhîje Fîlîbeyê.

Ji Fîlîbeyê jî trênê di saet 08.40an da rabe û wê di saet 12.18an da bigîhîje Edirneyê.

Bihayê seferan ji bo serê kesekî di vagona taybet a kuşet da wê 10,36 ewro, di cihê duyemîn a kuşet da jî wê 6,86 ewro be.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE