Di navbera du malbatan da şerê çekdarî: kuştiyek

Di navbera du malbatan da şerê çekdarî: kuştiyek

Li Bismila navçeya Diyarbekirê di pevçûna çekdarî ya di navbera malbatan de kesek hat kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Li gorî îdiayan xwendekarên ku li gundên Korukçu û Kayabaşiyê dijîn û dema derketina ji mektebê çûn li serwîsê swar bûn, bi hev re nîqaş kirin.

Nêzîkî gundê Korukçuyê nîqaş bû pevçûn, dema malbatan bihîst ew jî daxilî pevçûnê bûn.

Di pevçûna ku bi kevir, dar û çekan çûne hev de 12 kes birîndar bûn.

Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.

Ji birîndaran Kadrî Turk (39) tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.

Hat ragihandin ku pêştir jî dijmindarî di nava malbatên navborî de hebûye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE