Di navbera Iraqê û Tirkiyeyê da hevkariya pîşesaziya parastinê

Demîr piştî temasên li Bexdaya paytextê Iraqê bi Mihemed Deraciyê Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Iraqê ra civîna çapemeniyê li dar xist.

Di navbera Iraqê û Tirkiyeyê da hevkariya pîşesaziya parastinê

 Îbrahîm Demîrê Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê diyar kir ku piştgiriyê didin gavên Iraq ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê diavêje.

Demîr piştî temasên li Bexdaya paytextê Iraqê bi Mihemed Deraciyê Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Iraqê ra civîna çapemeniyê li dar xist.

Demîr destnîşan kir ku di gelek qadan da bi Iraqê ra têkiliyên baş pêş dixin û wiha pê da çû: "Qada pîşesaziya parastinê jî ji wan gavan yek e. Em ê piştgiriyê bidin gavên Iraq ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê diavêje. Hevdîtinên me yê bibin sedema xebatên hevpar."

Mihemed Deracî jî diyar kir ku têkiliyên herdu welatan ji ber êva hene û wiha axivî:

"Me li hev kir ku ji Tirkiyeyê teknolojiyê bînin Iraqê. Di mijara pîşesaziya eskerî ya hevpar a bi Tirkiyeyê ra were kirin da aliyê Tirkiyeyê xwedî nêrîneke baş e. Li Iraqê sîlahên sivik, cebilxane û sîstemên şopandina teyareyan ew ê werin çêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE