Di navbera Tirkiye û YEyê da civîna payebilind

Civîna "Konseya Şirîkatiyê" ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê da dezgeha biryarê ya herî bilind e, wê piştî çar salan şûnda di 15ê adarê da were kirin.

Di navbera Tirkiye û YEyê da civîna payebilind

Civîna "Konseya Şirîkatiyê" ku di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê da dezgeha biryarê ya herî bilind e, wê piştî çar salan şûnda di 15ê adarê da were kirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, di çarçoveya Peymana Enqereyê da civîna "Konseya Şirîkatiyê" ku di navbera YE û Tirkiyeyê da dezgeha biryarê ya herî bilind e, wê li Bruksela paytextê Belçîkayê were kirin.

Civîn ji bo berdewamiya diyaloga sazûmanî ya bi YEyê ra girîng e. Di civînê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu wê serokatiya heyeta Tirk bike, Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Karên Derva û Ewlehiyê Federica Mogherini wê serokatiya heyeta YEyê bike. Endamê Perpirsiyar yê Pêşxistina Komîsyona YEyê Johannes Hahn jî wê beşdarî civînê bibe.

Herdu heyet wê li ser mijarên herêmî û têkiliyên dualî bisekinin. Di çarçoveya civînê da tê payîn ku li ser mijarên wek serbestkirina vîzeyê, rojanekirina Yekîtiya Gumrikê, di edambûnê da rewşa dawîn, tevkariya têkoşîna terorê bisekinin.

Civîna 53yem a Konseya Şirîkatiyê ya YE û Tirkiyeyê di 18ê gulana 2015an da li Brukselê hatibû kirin.

Ji aliyekî din va tê payîn ku Wezîr Çavuşoglu wê di çarçoveya ziyareta xwe ya li Brukselê da di 13-14 adarê da beşdarî konferansa Sûriyeyê bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE