"Di nûkirina bajêr da me nûkirina 110 hezar avahiyan daye destpêkirin"

Kurum diyar kir di çarçoveya nûkirina bajêr da nûkirina 110 hezar avahiyan dane destpêkirin ku berdêla wan ya veberhênanê 39 milyar lire ye.

"Di nûkirina bajêr da me nûkirina 110 hezar avahiyan daye destpêkirin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, "Di çarçoveya nûkirina bajêr da me nûkirina 110 hezar avahiyan da destpêkirin ku berdêla wan ya veberhênanê 39 milyar lire ye."

Kurum li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê der barê budçeya sala 2021an ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û saziyên eleqedar da pêşkêşî kir.

Murat Kurum diyar kir di çarçoveya nûkirina bajêr da nûkirina 110 hezar avahiyan dane destpêkirin ku berdêla wan ya veberhênanê 39 milyar lire ye.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir 98 hezar û 524 beşên cuda wek avahiyên birîsk tesbît kirine.

Kurum diyar kir emilandina poşêtên plastîk ji sedî 80 kêm kirine û got ku me bi milyarek û 500 milyon lireyî teseruf kir.

Murat Kurum destnîşan kir li Îzmirê di avahiyên ku piştî sala 2000î hatine çêkirin xerabûn û xisarek tesbît nekire û wiha got: "Ji sedî 30yê avahiyên di erdheja Îzmirê da xera bûn yan jî xisar dîtine di navbera salên 1990-2000î da û ji sedî 70 jî beriya sala 1990î hatine çêkirin. Heta niha ji 136 avahiyan eşya hatine texliyekirin û 73 avahî jî hatine xerakirin. Di destpêkê da ji bona çêkirina 5 hezar avahiyan projeyên me hene. Li 7 herêmên cuda ku avahî xera bûn em ê di nav vê mehê da nûkirina avahiyan bidin destpêkirin."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum got ku em ê Pergala Nasnameyê ya Avahiyan ku wê li hemû Tirkiyeyê bê sepandin di sala 2021an da bidin destpêkirin.

Kurum got ku me derfet çêkir ku 24 milyon welatiyên me di avahiyên di erdhejê da li ber xwe didin da rûnin û kontrolkirina 400 hezar avahiyan jî didome.

Murat Kurum destnîşan kir ji sedî 65 avahiyên li welêt ewledar kirine.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE