Di nîsanê da hewl didin rêyên gundan ku ji ber berfê girtî ne vekin

Ekîbên ku di rêya 3 meh e girtî ye ya gundê Uçevlerê da dixebitin, ji ber berfa zêde rojê bi tenê dikarin 50 metreyî rê vekin

Di nîsanê da hewl didin rêyên gundan ku ji ber berfê girtî ne vekin

Ekîbên berfê yên veberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê di meha nîsanê da hewl didin ku rêyên girtî yên gundan vekin.

Ekîb di rêya ku sitûriya berfê cih cihan digihîje 10 metreyî ya gundê Uçevlerê da digel hemû dijwariyên wê dixebitin û xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan bikin.

Ekîbên ku li zikê çiyayên çik ên ku xetereya şepeyê heye dixebitin, berfa ku zehf bilind bûye, diqelêşin û rê vedikin.

Xebata ekîbên berfê ya li tanga Çavuştepeya ku 10 kîlometre dûrî bajêr e, bi droneê hat kişandin.

- "Em carinan rê şaş dikin"

Şefê ekîbê Fehim Karakaya ji rojnamegeran ra got, rêya ku 23 kîlomtere dirêj e û gundî wekî alternatîf bi kar tînin, demeke dirêj e girtî ye.

Karakaya diyar kir, ev 3 roj e wan xebata vekirina rê daye destpêkirin û wiha got:

"Em plan dikin ku di 4 rojan da rê vekin. Niha barîna berfê didome. Xebata li vê derê pir xeternak e, xetereya şepeyê heye, operator pir zehmetiyê dikişînin. Operatorê kemçeyê carinan rê nabîne. Em carinan rê şaş dikin û dikevin qada stabîlîzeyê. Li ciyên ku berf zehf e, em rojê dikarin bi tenê 50 metreyî rê vekin."

Operatorê kemçeyê Necati Arslan diyar kir, digel meha nîsanê ew xebatên berfê didomînin û wiha got, "Ev bi qasî 4 mehî rê girtî ye. Em di vekirina rê da zehmetiyê dikişînin. Ji ber ku xetereya şepeyê heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE