Di nîvê zivistanê de ketin avê

Ji bo balê bikşînin ser paqijiya Behra Wanê avjenî kirin.

Di nîvê zivistanê de ketin avê

Li Tetwana Bilîsê 4emîn Mîhrîcana Avjeniyê ya Zivistanê hat lidarxistin. Hezkirên xwezayê ku beşdarî mîhrîcanê bûn, ji bo balê bikşînin ser paqijiya Behra Wanê tevî sir û seqem û sermaya zivistanê ketin avê û bi dilê xwe soberî kirin.

Ewilî bi sporê xwe germ kirin, paşê xwe avêtin Behra Wanê.

Li Tetwana Bilîsê 4emîn Mîhrîcana Avjeniyê ya Zivistanê hat lidarxistin.

Nêzî 40 aktîvîstên ku beşdarî mîhrîcanê bûn ji bo balê bikşînin ser paqijiya ava golê, li perava Tetwanê avjenî kirin.

Hewa di bin sifirê de 7 derece bû.

Lê guh nedan sir û seqemê, xwe avêtin golê û avjenî kirin.

Tê ragihandin sala were wê mîhrîcaneke berfirehtir were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE