Di "Operasyona Avzêmê" da ku di dîroka Komarê da operasyona herî mezin a hişbir û dahata sûc e, ji 67 bersûcên ku hatin binçavkirin Dadgeriya Cezayê Sulhê biryara girtina 34 bersûcan da û ew şandin hebsê.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Dozgerê Komarê yê Ankarayê Alper Turkozmen dimeşîne da 67 gumanbar anîbûn edliyeyê û bi daxwaza girtina 54an û bi şertê kontrola edlî berdana yên din, sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kiribûn.
Dadgerê Cezayê Sulhê ya 8emîn a Ankarayê Eren Şen piştî jêpirsînê biryar da ku 34 gumanbar werin girtin û têkevin hebsê. Di nav 34 gumanbaran da pêşnegên rêxistina sûc Nejat Daş û Çetîn Goren jî heye.
33 gumanbarên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
AA