Di operasyona "ByLock"ê da ji bo 46 kesan biryara binçavkirinê

Ekîbên Midûriya Emniyeta Enqereyê 34 gumanbar binçav kirin, ji bo girtina gumanbarên din xebat dewam dikin...

Di operasyona "ByLock"ê da ji bo 46 kesan biryara binçavkirinê

Hat ragihandin ku der heqê 46 gumanbarên ku li gor tesbîtê ByLocka bernameya agahdarkirinê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi kar aniye da biryara binçavkirinê hat dayîn û ji wan 36 gumanbar hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna şaxa sivîlan a rêxistinê da der heqê 46 kesên ku ByLock xebitandine da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor biryarê ekîbên Midûriya Emniyeta Enqereyê 34 gumanbar binçav kirin, ji bo girtina gumanbarên din xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE