Di operasyona dijî DEAŞê da 9 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê hat kirin da yek jê ji Sûriyeyê 9 kes hatin binçavkirin

Di operasyona dijî DEAŞê da 9 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 9 kes hatin binçavkirin

Bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê va ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li hemberî DEAŞa rêxistina terorê dest bi xebatê kirin.

Di çarçoveya xebatan da navnîşanên 9 gumanbarên ku li gor nirxandinan bi endamên rêxistinê ra têkiliya wan heye, ji rêxistinê ra bo temînkirina mirovan hewl didin, li ser navê rêxistinê kar û xebatan birêva dibin û ji bo rêxistinê di nav hewla çalakiyê da ne, hatin tespîtkirin.

Ekîbên ewlehiyê li ser tespîtan di şeveqa sibehê da operasyon birin ser malên gumanbaran.

Deriyên malên gumanbar lê diman hatin şikênandin, di lêgerîn û kontrolên li malan hatin kirin da jî hêzên ewlehiyê dest danîn ser hin amûrên dijîtal.

Di encama operasyonê da yek jê ji Sûriyeyê 9 gumanbar hatin binçavkirin û piştî kontrola sihetê sewqî ewlehiyê hatin kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE