Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der barê 21 gumanbarên bernameya ByLockê emilandine da biryara binçavkirinê derxist.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat gotin ku di mijara lêpirsîna ByLockê ku rêxistinê wek bernameya hay ji hev bûnê bi kar dianî da kar û xebat didomin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê da der barê 21 gumanbarên hat tesbîtkirin di nav rêxistinê da xwedî raye bûn, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê piştî biryarê ji bo qefaltina gumanbaran dest bi operasyonê kirin û heta niha 10 kes qefaltin û ji bo qefaltina 11 gumanbarî jî xebat didomin.