Navend Stenbol li sê bajaran di operasyona dijî kesên hişbirê difroşin da 28 şikbar hatin girtin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li Stenbol, Bursa û Îzmirê dijî kesên hişbirê difroşin operasyon kirin.
Di operasyonê da 28 şikbar hatin girtin, çek û hişbir hatin bidestxistin.
Piştî kontrola şikbaran tîman ew birin ewlehiyê.
Ji bo şikbarên din bên dîtin xebat dewam dikin.
AA