Di "Operasyona Duman 7ê" da 126 gumanbar hatin binçavkirin

Bi kordîneya serokatiyên Daîreya Têkoşîna Terorê ya Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze yên Midûriya Giştî ya Emniyetê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê duh li tevahiya welêt di heman demê da "Operasyona Duman 7ê" hat kirin

Di "Operasyona Duman 7ê" da 126 gumanbar hatin binçavkirin

Bi kordîneya serokatiyên Daîreya Têkoşîna Terorê ya Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze yên Midûriya Giştî ya Emniyetê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê duh li tevahiya welêt di heman demê da "Operasyona Duman 7ê" hat kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, li dijî bayiyên tekelê yên cixare, puro, sigarillo, pîpo, nargîle û mamûlên titûnê difroşin û dijî tobacco shop, titûnfiroş, beqal, bufe, kafeyên ku nargîle tê da hene û qiraatxaneyan operasyon hat kirin û 20 hezar û 261 personel beşdarî operasyonê bûn.

Ekîban 19 hezar û 273 kargeh kontrol kirin, 126 gumanbar hatin binçavkirin û 371 kesên ku li wan digeriyan hatin girtin.

Di lêgerîna kargehan da 50 hezar û 219 pakêt cixare, milyonek û 147 hezar û 973 cixareyên pêçayî, 3 milyon û 202 hezar û 257 kaxizê cixarê, 10 hezar û 971 kîlo titûn, hezar û 410 kîlo titûna nargîle/pîpoyê, 2 hezar û 447 puro/sigarilloyên qaçax, hezar û 167 cixareyên elektronîk ên qaçax û lîkîta wan, 644 bandrolên mukerer, 98 bandrolên sexte, hezar û 608 makîneyên ku pê cixareyan tije dikin hatin bidestxistin.

Di operasyonê da 519 şûşe û 454 lître araqa qaçax/sexte, 8 demançeyên bêruhset, 2 tivingên nêçîrê yên bêruhset, 56 fîşengên wan, 151 kîlo çaya qaçax, 3 hezar û 20 hebên seba têkiliya cinsî, 345 gram esrar, 29 serî kirkirk, 2 gram metanfetamin hatin bidestxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE