Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di Operasyona Eren-15yê ya li Bazîda navçeya Agiriyê hat kirin da cendirmeyek di pevçûna ku derket da şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin di Operasyona Eren-15yê ya li çol û bestên Bazîdê hat kirin da cendirmeyek di pevçûna ku derket da birîndar bû.
Hat gotin bi firokeyê cendirmeyê birindar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubayazitê, li hemberî hemû hewldanan ew li wir şehîd bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Rehma Xwedê li şehîdê me be, serê gelê me yê ezîz, malbata wî ya bikeder û cendirmeyên me sax be."
AA