Bi hinceta ku di nava Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) hin wezîfe kirine û bikarhênerên "ByLock"a bernameya agahdariyê ya bişîfre a rêxistinê ne, der heqê 28 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 14 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê dimeşîne da li gor beyanên ku di nav rêxistina terorê da wezîfeyên wek qaşo "abê/ableya mehrem", "îmamê herêmê yê mezin", "berpirsê lîseyê yê herêmê", "berpirsê xwendekaran ê herêmê yê mezin", "berpirsê esnafan ê herêmê" kirine û "ByLock" bi kar anîne, der heqê 28 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li İstanbul, Ankara, Isparta û Boluyê li ser navnîşanên kifşkirî di heman demê da operasyon hat kirin û 14 bersûc hatin binçavkirin.
Li gor tesbîtê ji gumanabaran 5 kes li derveyî welêt in, ji bo girtina kesên din xebat dewam dikin.
AA