Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di lêpirsîna dijî endamên veşartî yên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav Artêşa Tirkiyeyê da 35 jê li ser kar ji bona 47 gumanbarî biryara binçavkirinê da.
Li ser biryara Serdozgeriya Komarê Îzmirê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê li Îzmir, Stenbol, Enqere, Afyonkarahîsar, Amasya, Antalya, Balikesir, Bilecîk, Eskîşehir, Gumuşhane, Isparta, Kocaelî, Kahramanmaraş, Konya, Kutahya, Malatya, Manîsa, Mêrsîn, Nîgde, Samsun, Şanliurfa, Şırnak, Tekirdag û Zonguldakê derketin operasyonê û 31 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan ji bona binçavkirina gumanbarên din xebat dewam dikin.
AA