Navend Malatya di operasyona dijî hişbirfiroşan a li 3 parêzgehan da ji 20 berşikan 17 jê hatin tewqûfkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li dijî hişbirfiroşan li Malatya , Gazîentab û Îzmirê bi awayekî hevdem operasyon li dar xist û 20 berşik binçav kirin.
Ji 20 berşikên ku dû ra bo edliyeyê hatin sewqkirin 17 jê hatin tewqûfkirin, 3 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di lêgerînên li navnîşanên berşikan da 450 hebên bi reçeteya kesk, 136 gram metamfetamîn, 280 gram hişbira sentetîk, 28 gram esrar, 2 hebên hişbir, demançe û tifinga bi lûle yên bêrûxset hatin bidestxistin.AA