Di operasyona hişbirê ya ku li Stenbolê hat kirin da 40 kes hatin binçavkirin

Di operasyona hişbirê ya ku li Stenbolê hat kirin da 40 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di operasyona ser firoşkarên hişbirê da 40 kes hatin girtin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê dimeşîne da ji bo girtina kesên ku li gor tesbîtê bazirganiya hişbirê kiriye, xebat dan destpêkirin.

Di encama teqîb û lêkolînan da polês û polêsên herekata taybet li Esenyurtê avêtin ser 34 navnîşanan û 40 gumanbar binçav kirin.

Di lêgerîna navnîşanan da kîloyek û 356 gram esrar, 789 gram madeya sentetîk a kannabinoidê, 233 hebên hişbirê, 199 gram metamfetamîn, 122 gram eroîn, 45 gram kokaîn û 250 dolar û 10 hezar û 250 lire pereyê ku li gor nirxandinê ji firotina hişbirê hatiye qezenckirin, hatin bidestxistin.

Gumanbarên ku hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin ewlehiyê. Ekîb pey 9 kesan e ku bigirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE