Di operasyona li dijî DEAŞê da 25 gumanbar hatin binçavkirin

Di operasyona dijî DEAŞê ya ku MÎT û Ewlehiya Enqereyê birêva birin da 24 jê Iraqî û yek jî jê ji Fînlandiyê 25 gumanbar hatin binçavkirin

Di operasyona li dijî DEAŞê da 25 gumanbar hatin binçavkirin

Di operasyona dijî DEAŞê ya ku MÎT û Ewlehiya Enqereyê birêva birin da 24 jê Iraqî û yek jî jê ji Fînlandiyê 25 gumanbar hatin binçavkirin. 

Li gor agahiyên hatin hildan Serokatiya Herêma Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê di encama analîza rîskên navneteweyî da 29 gumanbarên bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkîldar in û li Sûriyeyê jî di nav kar û barên rêxistinî da cih girtine, tespît kirin.

Di operasyona hevdem a ku serê sibehê zû ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li seranserê Enqereyê birin serî da 24 jê Iraqî û yek jî jê ji Fînlandiyê 25 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hat hildan îfade dayîn û miamele piştî ku temam bibe ji bo dersînorkirina gumanbaran wê xebat dest pê bike.

Ji bo qefaltina 4 gumanbarên firarî jî xebat dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE