Di operasyona li ser rêxistinbûna bajêr a PKKê ya Diyarbekir navend da 29 gumanbar hatin binçavkirin

Di operasyona li ser rêxistinbûna bajêr a PKKê ya Diyarbekir navend da 29 gumanbar hatin binçavkirin

 Diyarbekir navend li 5 bajaran dijî rêxistinbûna bajêr a PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û hin rêvebirên bajar û navçeyan ên HDPê jî di nav da 29 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hat hildan hêzên ewlehiyê bi armanca deşîfrekirina têkildarên bi PKK/KCKya rêxistina terorê ra di qada îstixbaratî da hewl da. Kesên di nav rêxistinbûna bajêr a rêxistinê da cî girtine, der heq wan da daxuyaniyên şahidên veşarî hene, li ser emir, bangewazî û daxwaza rêxistina terorê beşdarî merasima cinazeyan bûne û çalakiyan lidarxistine xebat hat kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêva bir da ji bo 34 gumanbaran biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê li navenda Diyarbekir û navçeyên wê Qulp (Pasûr) û Silîwanê û Stenbol, Batman, Antalya û Tunceliyê bi hevdemî girtin ser 41 navnîşanî û 29 gumanbaran binçav kir.

Di nav kesên hatin binçavkirin da Sabrî Ozdemirê Şaredarê Batmanê yê berê û Cabbar Leygarayê Serokê Bajarê Diyarbekir ê HDPê yê berê jî di nav da hin rêvebirên bajar û navçeyan ên HDPê hatin binçavkirin.

Di operasyonê da gelek amûrên dijîtal û pirtûk û kovarên ji bo berhevkirina wan biryar hatibû dayîn û 7 fişek hatin qefaltin.

Ji bo qefaltina 5 gumanbarên mayî jî xebat didomin û muameleya der barê 29 kesên binçavkirî da jî li midûriyeyên ewlehiyê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE