Li Başkaleya navçeya Vanê di operasyona dijî rêxistina terorê hat kirin da çek û cebilxane hatin bidestxistin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo deşîfrekirina xebatên PKK/KCKya rêxistina terorê hewlên xwe bênavber didomîne.
Hat gotin ku di vê çarçoveyê da hêzên ewlehiyê li dor û berên Taxa Esenyamaça ser navçeya Başkaleyê di 12ê Mijdarê da ji bo berterefkirina embar, stargeh û şikeftên aîdê PKK/KCKya rêxistina terorê, dest bi operasyonê kirin.
Di encama operasyonê da 2 keleşnîkofên AK-47an, 10 şarjorên van tivingan û hinek jî fişekên wan çekan û 2 jî bombeyên destan, hatin bidestxistin.AA