Li Başqeleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da amonyum nîtrat, sotemenî, cebilxane û amûrên jiyanê hatin girtin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku xebatên ji bo deşîfrekrina çalakî û sitargehên PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da li der û dora Çemê Berezarê yê li Taxa Tahilê operasyon hat kirin.
Di operasyonê da ji 2 tonî zêdetir amonyum nîtrat, hezar lître benzîn, gelek cebilxane û amûrên jiyanê hatin girtin.
AA