Di Operasyona Pencik-Kilîtê da gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Operasyona Pencik-Kilîtê ya Mehmetçîk bi serkeftî dewam dike.

Di Operasyona Pencik-Kilîtê da gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin

Di operasyona Pencik-Kilîtê da gelek çek û muhîmmatên PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Operasyona Pencik-Kilîtê ya Mehmetçîk bi serkeftî dewam dike.

Eskeran merhaleya yekemîn a operasyonê bi serkeftî temam kir û gihîştin hedefên kifşkirî. Esker yek û yek dikvein şikeft, sitargeh û kûlikên ku terorîst bi kar tînin û heta niha 63 terorîst hatine berterefkirin.

Di lêgerîn û kontrolan da bidestxistina çek û muhîmmatên terorîstan dewam dike, herî dawî 20 bombeyên destan, roketavêjeke RPG-7ê, 3 tivingên peyadeyan ên AK-47ê, tivingeke nîşandaran a Dragunovê, 2 şarjor, tivingeke bimakîne ya PKMSyê, 13 muhîmatên tankşikênê ya RPG-7ê, muhîmatekî dijepersonel a RPG-7ê, 58 muhîmatên hewanê, 9 muhîmatên HEATê yên hewanê, 400 muhîmatên tivingê yên bimakîne a Doçkayê, lûleyeke Doçkayê, 13 teqemeniyên destçêkirî hatin bidestxistin.

Her wiha di operasyonan da alavên elektronîk ên curbecur, fitîleke înfilakê, civaya avkî, 2 tupên oksijenê, 3 bêtêl, 2 şemsiyeyên termal û alavên din jî hatin dîtin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE