Di Operasyona Pencik-Yildirimê da eskerekî pê li teqemeniya desteçêkirî kiribû û birîndar bûbû, di nexweşxaneya da şehîd ket.
Muşawiriya Çapemenî û Têkiliên Gel ya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand di Operasyona Pencik-Yildirimê ya li bakurê Iraqê dewam dike da duh eskerekî pê li teqemeniya desteçêkirî kiribû û birîndar bûbû.
Di daxuyaniyê da hat gotin eskerê birîndar rakiribûn nexweşxaneyê, lê ew li wir li hemberî hemû hewldanan şehîd bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da wefat kir bike, serê malbata wî ya bikeder, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be, em ji bo wan sebrê dixwazin. Di Operasyonên Pencik-Yildirimê da hejmara şehîdên me bû 3."
AA