Di operasyona terorê ya li Diyarbekirê da 12 kes hatin binçavkirin

Li Liceya navçeya Diyarbekirê di 3ê Cotmehê da operasyon hatibû kirin 4 terorîstên yek ji wan Muzeyyen Aydinliya bi navê "Doxtor Amara" dihat zanîn û di "kategoriya sor" a "Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Li Wan Digerin" da hatibûn berterefkirin û ji ser wan û şikeftên lê diman da gelek belge û amûr derketibûn.

Di operasyona terorê ya li Diyarbekirê da 12 kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin da 12 gumanbar hatin binçavkirin.

Li Liceya navçeya Diyarbekirê di 3ê Cotmehê da operasyon hatibû kirin 4 terorîstên yek ji wan Muzeyyen Aydinliya bi navê "Doxtor Amara" dihat zanîn û di "kategoriya sor" a "Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Li Wan Digerin" da hatibûn berterefkirin û ji ser wan û şikeftên lê diman da gelek belge û amûr derketibûn.

Li gor agahiyên hatin hildan bi emrê Serdozgeriya Komarê ew belge hatin kontrolkirin û nav û agahiyên 19 gumanbarên bi rêxistina terorê ra têkiliya wan heye hatin tespîtkirin.

Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina wan gumanbaran jî bi hevdemî operasyon birin 26 navnîşanên gumanbaran.

Ji gumanbaran M.B, Î.Y, C.O, O.B, R.B, M.H, C.Î, S.T, C.C, H.K, H.K. û E.B. hatin qefaltin û ji bo 7 gumanbarên mayî jî hewl didome.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE