Di operasyona Yildirimê da heta niha 8 terorîst hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî: "Di Operasyona Yildirim-1 Şehît Cendirme Serbaz Mahmut Top da 3 terorîstên din jî tevlî çekên wan hatin berterefkirin."

Di operasyona Yildirimê da heta niha 8 terorîst hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di çarçoveya operasyona Yildirimê da hejmara terorîstên hatin berterefkirin derket 8an.

Wezaretê daxuyanî weşand û bibîr xist ku li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di Operasyona Yildirim-1 Şehît Cendirme Serbaz Mahmut Top da ku Fermandariya Cendirme ya Bajêr bi piştevaniya hewayî bir serî da 3 terorîstên din jî hatin berterefkirin.

Hat gotin ku di encama operasyona Yildirimê da 8 terorîst tevlî çekên xwe hatin berterefkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE