Di operasyonên payîz-zivistanê da 112 terorîstên PKKyî hatine berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand di operasyonên payîz-zivistanê da heta 15 Nîsanê 112 terorîstên PKKyî hatine berterefkirin.

Di operasyonên payîz-zivistanê da 112 terorîstên PKKyî hatine berterefkirin

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin di operasyonên payîz-zivistanê da heta 15 Nîsanê 112 terorîstên PKKyî hatine berterefkirin.

Hat diyarkirin di heyama payîz-zivistana 2019-2020an 7 hezar û 852 operasyon hatin kirin û di operasyonan da 112 terorîst hatin berterefkirin.

Hat destnîşankirin di operasyonan da 738 şikeft û sitargeh hatin îmhekirin û 333 mayîn/teqemeniyên destçêkirî, 274 çek, 451 bombeyên destan û hezar û 338 tûp hatin qefaltin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE