Di operasyonên "Pencik"ê da gelek muhîmat û alavên jiyanê hatin bidestxistin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand di operasyonên "Pencik-1" û "Pencik-2" ku li bakurê Iraqê dewam dikin da di nav du stargehên nû yên PKKya rêxistina terorê da gelek çek, muhîmat û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniya WPNyê da cih dan dîmenên alavên bidestxistî û hat gotin ku bi operasyonên Pencik-1 û Pencik-2yê ku li bakurê Iraqê dewam dikin, sitargeh, kûlik, şikeft, çek, muhîmat û alavên jiyanê yên PKKya rêxistina terorê hatin tesbîtkirin û îmhakirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 21ê berfanbarê da du sitargehên terorîstan hatin tesbîtkirin û wiha hat gotin:

"Di sitargehan da 4 tivingên nêçîrê, 47 muhîmatên wan, 28 muhîmatên nîşandaran ên Zagrosê, 115 muhîmatên tivinga Bîxî, 229 muhîmatên sîlaha peyadeyan a AK-47ê, 5 şarjorên wan, 2 fîşengên sewqê yên roketavêjan a RPG-7ê û 2 muhîmatên wan, 3 sîlahên paintballê yên M-16ê, bêtêl, cil û bergên nîşandaran û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin. Komandoyên me sîlah, muhîmat û alavên jiyanê îmha kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE