Di operasyonên Şanliurfayê yên hişbirê da 22 bersûc hatin girtin

Di operasyonên Şanliurfayê yên hişbirê da 22 bersûc hatin girtin

Di operasyonên hişbirê yên li Şanliurfayê da ji 31 bersûcên ku hatin binçavkirin jê 22 bersûc hatin girtin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiya Bajêr di çarçoveya bikaranîna hişbirê û firotina wê da di navbera 1-7ê mijdarê da li ser hin navnîşanan operasyon hat kirin.

Ekîban 31 gumanbar binçav kirin. Di lêgerîna li malên gumanbaran da 21 kîlo esrar, 8 kîlo madeya skunkê, 600 gram metamfetamîn, 121 hebên hişbirê, 3 teraziyên hesas û 7 hezar û 455 TL hat bidestxistin.

Piştî kar û barên li ewlehiyê bersûc sewqî edliyeyê kirin jê 22 bersûc ji ber sûcê "bazirganiya hişbirê" hatin girtin, yên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE