"Di politikaya derva da emê destûrê nedin xweferzkirinan"

Alikarê Serokkomar Fuat Oktay: "Di politikaya derva da emê destûrê nedin xweferzkirinan, li ser maseyê 'min got û temam bû'yan û tevgerên dijî mutefiqiyê."

"Di politikaya derva da emê destûrê nedin xweferzkirinan"

Alikarê Serokomar Fuat Oktay got "Di politikaya derva da emê ji bo tu mijarê destûrê nedin xweferzkirinan, li ser maseyê 'min got û temam bû'yan û tevgerên dijî mutefiqiyê."

Oktay li ATO Congresiumê beşdarî 101emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Hîva Sor a Tirkiyeyê bû û li wir axivî.

Oktay silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gihand kesên hatine lijneyê û got Hîva Sor a Tirkiyeyê sembola mêvanperwerî, alîkarî û comerdiya gelê Tirk e.

Der barê Hîva Sor a Tirkiyeyê da Oktay got 150 sal e ev sazî destê xwe yê şewqetê dirêjî li her aliyê dinyayê dike ku ew ji ber van xebatan serfiraz in.

- Politikaya derva

Ji bilî hewldan û xebatên hîva Sor a Tirkiyeyê Oktay behsa polîtikaya derva ya Tirkiyeyê jî kir û wiha dewam kir: "Em li dinyayeke wisa dijîn ku hûn çiqas xizmetê dikin bikin, hewcedariya alîkariya mirovî, hejmara penaberan û hejmara mirovên birçîkêm nabe. Ya ku divê em jê bipirsin pergala ku dinya xistiye vî halî ye. Dema em dibêjin dinya ji 5an mezintir e, em vê dipirsin. Wek heta îro, ji vir pê va jî têkoşîna hiqûqê ya birayên me yên Filistînî wê bibe pêşaniya me. Di politikaya derva da emê ji bo tu mijarê destûrê nedin xweferzkirinan, li ser maseyê 'min got û temam bû'yan û tevgerên dijî mutefiqiyê. Di qada navneteweyî da emê sekna xwe ya serbilind û tîk bidomînin."

Oktay bangî hemû welatiyan kir ku bila bibin dildarên Hîva Sor a Tirkiyeyê, alikariyên xwe bidomînin û got ev lijne jî bila li ser xêrê be.

Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkiyeyê Kerem Kinin piştî axaftina wî hîlaleke bi hunera ebruyê hatiye xemilandin wek diyarî pêşkeşî Oktay kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE