"Di provokasyon an jî tacizekê da Turkiye dê bê şik bersivê bide"

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Amerîka, Îngiltere, Almanya, Fransa, Belçika, Estonya û Kmara Domînîkê civiya ku li ser rageşiya li Îdlibê zêde dibe biaxive.

"Di provokasyon an jî tacizekê da Turkiye dê bê şik bersivê bide"

Ferîdun Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Turkiyeyê got, "Turkiye şer naxwaze lêbelê deme ewlehiya wê were tehdîdkirin ji bikaranîna hêzê jî paşda nasekine."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Amerîka, Îngiltere, Almanya, Fransa, Belçika, Estonya û Kmara Domînîkê civiya ku li ser rageşiya li Îdlibê zêde dibe biaxive.

Ferîdun Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Turkiyeyê li Konseya Ewlekariyê ya NYyê axivî û diyar kir ku li Îdlibê dema di êrîşa ji hewayê ya tê da 33 eskerên Turkiyeyê jiyana xwe ji dest dan da li gor radaran teyareyên rejimê û Rûsyayê difirîn.

 "Bi zanatî eskerên Turkiyeyê xistin hedef"

Sînîrlîoglu got, "Hêzên Turkiyeyê li herêmê bi tena serê xwe bûn û bi zanatî xistin hedef."

Sînîrlîoglu diyar kir ku nivîskî agahî dan hêzên Rûsyayê ku konvoya Turkiyeyê li ku derê ye û piştî êrîşa ewil demildest hişyarî dan wan ligel vê êrîşên ji hewayê dewam kirin, ambulansên ji bo eskerên birîndar şandin jî xistin hedef.

Sînîrlîoglu Turkiye bi Rûsyayê ra diyalogê didomîne û roja êrîşa bêbext hat kirin jî delegasyona ji Rûsyayê hatibû li Enqereyê bû û wiha pê da çû: "Me carekê dîsa ji aliyê Ûrisan ra got ku em ê ciyên çavdêriyê terk nekin û teqwiyeya eskeran bidomînin."

"Eskerên me ji bo sivîlan xilas bikin jiyana xwe dan"

Sînîrlîoglu axaftina xwe wiha domand: 

''Bira ev bi eşkeretî were fehmkirin ku eskerên me ji bo xilaskirina jiyana sivîlên li Îdlibê xwe feda kirin. Li Îdlibê hebûna Turkiyeyê garantiya domandina alîkariya mirovahiyê ya li Îdlibê ye. Turkiye şer naxwaze lêbelê deme ewlehiya wê were tehdîdkirin ji bikaranîna hêzê jî paşda nasekine. Di provokasyon an jî tacizekê da Turkiyeyê bê şik bersivê bide."

Sînîrlîoglu destnîşan kir ku Turkiye rasterast ji pevçûnan dûr disekine ji bo vê îtîdalê nîşan dide û wiha axivî: 

"Ev têkoşîna di navbera rastî û şaşiyê da ye û Turkiye hemû hewlan li ser navê civaka navneteweyî ji bo parastina bi milyonan jin û zarokan dide. Hemûyên we ji bo van hewlan ji me ra sipas dikin lêbelê em ji we minetdariyê naxwazin, daxwaza me ew e ku berpirsyariyê parve bikin. Qedera bi milyonan sivîlî berpisyariya me ya hevpar e. Êdî dema wê hat ku ev konseya bêje bes e û tehdîdên li ser ewlehî û aştiya navneteweyî û sûcên rejimê bi dawî bike."AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE