Di pêşbaziya Brezîlyayê da ji tura ewil derbas bûn 

Xwendekarên Îmam Xatîbê niha jî ji bo turên din amadehiyê dikin 

Di pêşbaziya Brezîlyayê da ji tura ewil derbas bûn 

Li Paytext Enqerê, 7 xwendekarên keçik ên îmam xatîbê projeyeke roketê amade kirin. projeya wan di pêşbaziya roketan a brezîlyayê de ji tura ewil derbas bû. xwendekar niha ji bo turên din haziriyê dikin û ji bo vê yekê ji karsazan piştgiriyê dixwazin. 

Ewilî mamosteyên xwe qanî kirin. 

Bi saya piştgiriya wan bi mehan xebitîn û ev projeya roketê amade kirin. 

Li Enqerê, 7 xwendekarên Îmam Xatîba Şehîd Demet Sezenê bi vê projeya roketê tevlî Pêşbaziya Roketan a Brezîlyayê bûn û di tura ewil de bi ser ketin. 

“Em hemû ji berê ve  bi teknolojiyê re elaqedar bûn. Rojekê jî tîmeke roketê hat dibistana me. Ji wê rojê û pê de jî me digot em ê jî roketekê çêbikin û em her tim diçûn ba midûra xwe. Di dawiyê de wê jî daxwaza me qebûl kir û piştgirî da me.... Em ligel dersên xwe her roj li ser vê projeye jî dixebitin. Her çiqas zehmet be jî ji bo me kêfeke mezin e.”  

Ji 10 welatan bi sedan tîm serî li pêşbaziyê dabûn. 

Di beşa kîlometreyekê de, ji Tirkiyeyê bi tenê projeya wan hat qebûlkirin. 

“Niha 7 xwendekarên me ji bo projeya roketê dixebitin. Di pêşbaziya yekem de bi ser ketin. Li pêş me 2 turên din hene.”  

Ji bo ku xwendekar projeya xwe bi pêş bixin û roketekê çêbikin divê sponsorek peyda bikin.  

Midûra Lîseyê ji bo alîkariyê ji sazî û karsazan piştgiriyê dixwaze. 

“Bi taybetî ji bo tura 3emîn hewce ye xwendekarên me roketa xwe çêbikin. Lê karekî gelek bimesref e. Gelek amûrên wê ji derwelêt tên. Her wiha divê xwendekarên me herin Brezîlyayê û projeya xwe li wê derê bidin nasîn. Ji bo van jî pereyek zêde lazim e. “ 

 Ligel pêşbaziya navneteweyî, xwendekarên Îmam Xatîbê bi vê projeya roketê beşdarî TEKNOFESTê jî bûn. 

 Hefteya pêş me jî wê encama wê diyar bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE