"Di pêşbirka xebatên geşepêdana vaksîna dijî Kovîd-19ê de em jî hene"

"Cîbicîkirina doza duyemîn ji bo vaksîna xwemalî li ser xwebexşan îro destpê kir. Em bi hêvî ne."

"Di pêşbirka xebatên geşepêdana vaksîna dijî Kovîd-19ê de em jî hene"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku cîbicîkirina doza duyemîn ji bo vaksîna xwemalî ji dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li ser xwebexşan îro destpê kir û peyama "Em bi hêvî ne" da.

Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê wiha got, "Di pêşbirka xebatên geşepêdana vaksîna dijî Kovîd-19ê de em jî hene."

Koca wiha jî got, "Xebatên vaksînê yên ku bipiştevaniya Enstîtuyên Tendirustiyê yên Tirkiyeyê (TUSEB) li Zanîngeha Erciyesê hat geşesendin, li gorî teqwîma plankirî didome. Cîbicîkirina doza duyemîn ji bo vaksîna xwemalî li ser xwebexşan îro destpê kir. Em bi hêvî ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE