Di qeysiya Kağızmanê da 18 ton rekolte tê pêşbînîkirin

Di qeysiya Kağızmanê da 18 ton rekolte tê pêşbînîkirin

Li Kağızmana navçeya Karsê di qeysiyê ku berhevkirina wê dest pê kir da 18 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin.

Di qeysiyê Kağızmanê yê ku bi girbûn û aromaya xwe va eleqeyê dibîne, hilberîner îsal bi tesîra barana zêde sezoneke bi ber û bereket derbas dikin.

Karkerên demsalî yên ku li navçeyê di baxçeyan da qeysiyan kom dikin, pir hesas qeysiyan berhev dikin.

Par ji ber ku biharê baran kêm barî û sermayê zêde dirêj kir, 5 hezar ton qeysî hat rakirin, lê îsal 18 ton rekolte tê pêşbînîkirin. Ji vê 11 hezar ton dê ji bo Rûsya, Ukrayna, Iraq û Îranê were îxrackirin û her wisa 7 tonê mayîn jî dê ji bo nava welêt were firotin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Kağızmanê Sulhettin Gunday ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qeysiya Kağızmanê , berhemeke biqalîte ye û lewma ji Rûsya, Îran, Iraq û Ukraynayê ra tê firotin.

Gunday bal kişand ku ji bo firotina dervayî welêt li navçeya pêdiviya wan bi depoya hewaya cemidî heye û wekî Odeya Ziraetê jî ew ê ji bo tirên îxracatê li navçeyê qadekê çêkin.

Hilberîner Engîn Toper jî diyar kir ku di qeysiyê da îsal, saleke bi ber e û ji hin daran wan li gorî par 2-3 qat zêde berhem rakir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE