Di roja 3yemîn a Mihrîcana Feza û Teknolojiyê "TEKNOFEST 2020" ya ku li Gazîentabê dewam dike da firînên xwenîşandanê hatin kirin.
TEKNOFEST 2020 a bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Turkiyeyê (T3) va hat organîzekirin û bi piştevaniya Ajansa Anadoluyê (AA) ya "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e, saziyên teknolojiyê, saziyên dewletê, saziyên çapemeniyê û zanîngehan va dewam dike. Wesayîtên hewayî di mihrîcanê da li ser û dora Kelha Gazîentabê firiyan û welatiyên li wan dîmenan temaşe kirin gelek şa bûn û bûn xwedî bîranîneke xweş.
Firîna xwenîşandanê ya ewil ji alî SoloTurkê va bi tevgerên curbecur va hat kirin û welatiyan gelek eciband. Paşê jî tîma akrobasiyê ya Hêzên Hewayî yên Tirk a bi navê Stêrkên Tirk li ser esmanên Gazîentabê firiyan. Di firînê da li esman bi duyê ji balafiran derket va hîv û stêrk hat neqişkirin û alaya Turkiyeyê hat xêzkirin.
Welatiyên di dest wan da alayên Turkiyeyê hebûn û li firînê mêze kirin di heman demê da li çepikan jî xistin.AA