"Di roja dawîn a betlaneya eydê da jî em pabendî rêgezên trafîqê bin"

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu rêjeyên qezayên trafîqê yên di betlaneyên eydan da parve kirin

"Di roja dawîn a betlaneya eydê da jî em pabendî rêgezên trafîqê bin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, di 10 salên dawîn da li gorî eydên 9-10 rojî rêjeya qezayan ji sedî 29, ya qezayên bi mirin ji sedî 55 kêm bûn.

Soylu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku di maweya eydê da ji Boluyê ber bi Anadoluyê 801 hezar, ber bi Stenbolê jî 760 hezar wesayît derbas bûn.

Wezîr Soylu wiha got, "Di 10 salên dawîn da li gorî eydên 9-10 rojî rêjeya qezayan ji sedî 29, ya qezayên bi mirin ji sedî 55, mirin ji sedî 52, birîndar ji sedî 32 kêm bûn. Di roja dawîn da betlaneya eydê da jî em pabendî rêgezên trafîqê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE