Ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hatibû îlankirin di roja sêyan a Eyda Remezanê da li Şanliurfa, Gazîentab, Adiyeman, Kilîs û Malatyayê kûçe û kolan vik û vala man.
Di roja çar an qedexeya derketina derva ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo tevdîrên Kovîd-19ê îlan kir da li Şanliurfayê kûçe û kolan vala man.
Xêncî wezifedaran kes derneket derva, li ser rêyan hatûçûn dakete asta herî kêm.
Gola Masiyan a nîşaneya bajêr jî bê deng û bê his ma.
Malatya
Li Malatyayê Meydana Milet a 15ê Tîrmehê, Meydana Soykanê, kolanên Sêwas, Înonu û Ataturkê cî vala bûn.
Gazîentab
Li Gazîentabê kûçe û kolan vala bûn.
Li meydanên turîstîk ên bajêr, kûçe û kolan, mekanên dîrokî û bulvarên bajêr rojên herî sihêl hatin dîtin.
Ekîbên polêsan kontrolên xwe didomînin, destûr nayê dayîn ku ji taxên bajêr herin û werin, cendirme li ser rêyên gund û taxan kontrolan dikin.
Kilîs
Li bajêr hema bêje her alî vala bû, polês û cendirmeyan li bajêr karên kontrolê domandin.
Adiyeman
Li Meydana Sumerê ya Adiyemanê û kûçe û kolanên bajêr kes nema.
Xêncî wezifedaran kes dernekete derva, bajar sihêl ma.
Hin wezifedar jî bi minibêsan li kûçeyan geriyan û nan belav kirin.AA