Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da di nav 24 saetên dawîn da li seranserê welêt milyonek û 34 hezar û 135 doz aşî hatin kirin.
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Di 24 saetan da milyonek û 34 hezar û 135 doz aşî hat kirin. Bi milyonan doz ku li ser bi milyonan dozan zêde bibin wê jiyan ji bo me hemûyan xweştir bibe."