Di rojên koronayê de paqijiya mizgeftan

Mizgeftên Diyarbekirê cara ewil bi destê jinan hatin paqijkirin

Di rojên koronayê de paqijiya mizgeftan

Di çarçoveya tevdîrên koronayê de, ji bo mizgeft cardin neyên girtin şaredariya sûrê ya diyarbekirê, dest bi xebata paqijiya camiyan kir. Cara ewil mizgeft bi destê jinan hat paqijkirin. Hemwelatî bi saya van xebatan li cihên paqijtir îbadetên xwe dikin.

Di têkoşîna dijî koronayê de maske, mesafeya civakî û paqijî pir girîng e.

Li Diyarbekirê ji bo li cihên ku qelebalix li hev dicive, vîrûs belav nebe tevdîr dewam dikin.

Ekîbên Midûriya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Sûrê li mizgeftên dîrokî dest bi xebatên paqijiyê kir.

Mizgeft cara ewil bi destê jinan hatin paqijkirin.

Qaymeqamê Sûrê û Cîgirê Şaredar Abdullah Çîftçî li Mizgefta Lala Qasim Begê xebat kontrol kirin.

Çîftçî diyar kir ku, xebatên paqijiyê di nav wezîfeyên sereke yên şaredariyê da ne.

"Cara ewil destê jinan li mizgeftên me dikeve. Bi saya jinan hemû mizgeftên me wê werin paqijkirin. Em paqijiyê dikin ku welatiyên me li cihên paqijtir îbadeta xwe bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE