Di êrîşa bombeyî ya li Baxlana wîlayeta li bakurê Efxanistanê hat kirin da 4 sivîl hatin kuştin.
Rayedarên Midûriyeta Ewlehiyê ya Baxlanê diyar kirin ku li herêma Bax Şamalê bombeya di keviya rê da hatibû bicihkirin dema wesayîta sivîl derbas bû, hat teqandin.
Rayedaran gotin ku di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.
Heta niha kesî êrîşê hilnedaye ser xwe.AA