Di êrîşa PKK/YPGê ya li herêma Mertalê Feratê hejmara kuştî û birîndaran zêde bû

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di êrîşa PKK/YPGê ya li herêma Mertalê Feratê hejmara kuştî û birîndaran zêde bû.

Di êrîşa PKK/YPGê ya li herêma Mertalê Feratê hejmara kuştî û birîndaran zêde bû

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di êrîşên bombeyî yên hevdem ên li deverên cihê yên Cerablusa navçeya bakurê Sûriyeyê hatin kirin da hejmara sivîlên can dan derket 2yan û yên birîndaran jî derket 19yan.

Wezaretê der barê êrîşên bombeyî yên ku li navenda Cerablusa bi Hereketa Mertalê Feratê ji terorê hatibû rizgarkirin da daxuyanî da.

Duh li navenda navçeyê bombeyek jê di motosiklêtê da û ya din jî di konteynira çopê da hatibûn veşartin û herdu bombe bi hevdemî hatibûn teqandin.

Daxuyaniyê da hat gotin ku PKK/YPGya rêxistina terorê "dev ji êrîşên xwe yên hovane yên li dijî sivîlan ber nade" û di herdu êrîşên terorê da 2 sivîlan can da û 19 sivîl jî birîndar bûn.

Hat gotin ku li hemberî PKK/YPGya rêxistina terorê û piştgirên wan têkoşîn û hewlên berterefkirinê wê dewam bike.

Duh li Cerablusa navçeya bakurê Sûriyeyê du êrîşên bombeyî yên hevdem li deverên cihê hatin kirin û gorî tespîtên ewil sivîlek hatibû kuştin û zarok jî di nav 15 sivîl jî birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE