Di êrîşa terorî de 6 kesan can dabû

Di 6. salvegerê êrîşa terorê ya li Çinarê de şehîd nehatin jibîrkirin û bûyer hat şermezarkirin.

Di êrîşa terorî de 6 kesan can dabû

Di 2016an de PKK'ê li Çinara Diyarbekirê li dijî avahiya ewlekariyê bi wesaîta bombebarkirî êrîşeke terorî kiribû. Di wê êrîşa terorî de zarok û sivîl jî di nav de 6 kesan canê xwe ji dest dabû 39 kes jî birîndar bûbûn. Di şeşemîn salvegera wê êrîşê de ji bo şehîdan bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Li Çinara Diyarbekirê di 13ê Berfanbara 2016an de Pkkê bi wesaîtên bombebarkirî êrişî avahiya ewlekariyê kiribû.

Di wê êrîşa terorî de avahiyek hilweşiya û zarok jî di nav wan de 5 jê sivîl 6 kesan canê xwe ji dest da 39 kes jî birîndar bûn.

Di şeşemîn salvegera wê êrîşê de jî şehîd nehatin jibîrkirin. Welatî û leşker bi hev re ji bo şehîdan heta cihê teqînê meşiyan û êrîşa terorî şermezar kirin.

Qeymeqama Çinarê Guher Sinem Büyüknalçaci got, "Beriya şeş salan li dijî avahiya ewlekariya me êrîşeke bi xayinî hat lidarxistin. Zarok jî di nav de bi tevahî şeş şehîdên me hebûn. Îro ji bo em wan bi bîr bînin dîsa hatin bal hev du."

Malbatên şehîdên sivîl jî di merasîmê de amade bûn û bûyer şermezar kirin.

Navên şehîdan bi dîwar ve hatibûn kirin û di nav wan de sê zarok jî hebûn.

Di merasîmê de Qurana pîroz hat xwendin, dia hatin kirin û ji bo şehîdan qerenfîl hatin danîn cihê bûyerê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE