Di êrîşên rejima Esed ên li Hemayê da gelek zeviyên genim şewitîn

Rejima Esed bi rêgeza "bombeya birçîhîştinê" va şewitandina zeviyên cotkaran didomîne.

arşîv
Di êrîşên rejima Esed ên li Hemayê da gelek zeviyên genim şewitîn

Hêzên rejima Esed bi topan êrîşî Deşta Xabê ya li Hemaya bajarê Sûriyeyê kirin, hat ragihandin ku di êrîşan da gelek zeviyên cotkaran şewitîn.

Rejima Esed bi rêgeza "bombeya birçîhîştinê" va şewitandina zeviyên cotkaran didomîne.

Hêzên rejimê bi topan êrîşî Deşta Xabê ya Hemîdiyah Mensura gundê li Hemayê kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (kumsipî) hatin sitandin, piştî bombebaranê li gelek zeviyên li gundan şewat derket.

Piştî xebatên gelê herêmê şewat hat temirandin lêbelê zeviyê gelek cotkaran bûn xwelî.

Tê gotin ku hêzên rejimê wekî salên berê îsal jî bi topan êrîşî zeviyên cotkaran ên li Îdlib, Hema û Helebê dikin û nahêlin gundî dexl û denê xwe biçinin û bira birçî bimînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE