Di sê salan da têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî FETOya rêxistina terorê

Ser hewildana derbeya 15ê Tîrmehê ku rêxistina terorê ya FETO kir, ra sê sal derbas bû

Di sê salan da têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî FETOya rêxistina terorê

Ser hewildana derbeya 15ê Tîrmehê ku rêxistina terorê ya FETO kir, ra sê sal derbas bû.

Hewildana 15ê Tîrmehê ji aliyê serkirdayetiya FETOyê va hat plankirin û mensûbên rêxistinê yên ku di nav artêşa me da bi cih bûne bêyî fermanberiya hêzên çekdar hat kirin. Taybetiya vê hewildanê ew e ku li Tirkiyeyê êrîşa terorê ya herî xwînî ye.

Wehşet û xayîntiya ku êrîşkaran kir di dîroka me da tuneye: Meclisa me, avahiya Serokomariyê, Serokatiya MÎTê, Navenda Harekata Taybet a Polêsan a li Golbaşiyê, avahiya me ya Emniyetê hatiye bombebarankirin. Tank ajotine ser gelê sivîl, ji hewa va bombe hatine reşandin û ji firokeyan gule hatine avêtin. Xayînên FETOyê yên ku ketine dilqê eskeran, bê teredut bombe reşandine ser hevalên xwe yên çekê. Navenda Harekata Taybet a li Golbaşiyê bi balafirên şer va hatin bombebarankirin, cinazeyên 51 polêsên me yên şehîd bûn nehatin dîtin. Wê şevê 251 welatiyên me şehîd bûn, ji du hezarî zêdetir welatiyên me birîndar bûn.

15ê Tîrmehê tehdîda mezin a ku rêxistina terorê ya FETOyê li dijî dewleta me ava kiriye, derket holê. Di eslê xwe da ji bo ku 15ê Tîrmehê ji heman alî va were fêmkirin, divê ji dibistan û dersxaneyan dest pê bike û kirinên şebekeya tarî ya FETO yên deh salan berê jî werin nirxandin. Bi rastî jî bi kîsweya hereketeke perwerdeyê ya masûmane dibistan vekiriye û ji bo ku hişê ciwanan endoktrîne bike telîmatên serkirdayetiya rêxistinê bi cih anîne, di vê rêyê da tu normên qanûnî û exlaqî nas nekirine û komeke murîdên tundraw hatiye perwerdekirin. Kesên ku ji van dibistanan mezûn bûne, pirsên ezmûnan dizîne û dane wan û paşê ew di saziyên dewletê yên herî krîtîk da bi cih kirine, hemû astengiyên pêşiya rêxistinê bi kûmpasan va berteref kirine. FETOyê çavkaniyên dewletê û otorîteya dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û hêza xwe ya aborî û siyasî xurt kiriye. FETOyê di nav Artêşa Tirkiyeyê da ku saziya me ya herî krîtîk e, şaxa xwe ya mehrem ava kiriye û mixabin mezinbûna vê şaxê di 15ê Tîrmehê da hatiye fêmkirin.

Di berterefkirina vê tehdîda mezin da para herî mezin ya gelê Tirk e ku li ser îradeya xwe ra tu hêzê nas nake, ji bo parastina delweta xwe û destkeftiyên xwe yên demokratîk jiyana xwe daye ber çavê xwe.

Di nav sê salên çûyî da ji karên pêşîn ên dewleta me yek jê jî li welêt û derveyî welêt têkoşîna bi FETOyê ra bûye. Li welêt hewildanên me ji sê aliyan va tên kirin:

a) Di serî da berpirsên 15ê Tîrmehê di çarçoveya payebilindiya hiqûqê da li ber edaletê hesab didin.

b) Di nav saziyên dewletê da rêxistina FETOyê hatiye deşîfrekirin, der heqê mernsûbên wê da pêvajoyên îdarî û edlî dest pê kirine, di encamê da "rêxistina dewleta paralel" a rêxistinê hatiye têkbirin.

c) Ji perwerdeyê bigre heta medya û sektora bankevaniyê û hemû qadên aboriyê, hemû şaxên paravan ên FETOyê ên ne di saziyên dewletê da ne jî ji holê hatine rakirin.

Digel ceribandinên ewlehiyê yên derasayî ku em rast hatin, têkoşîna me ya li nav welêt li gor payebilindiya hiqûqê, parastina mafên bingehîn û azadiyan hatiye meşandin. Ji bo kes mexdûr nebe hewl hatiye dayîn, seba lêkolînkirin û çareserkirina mexdûriyetên ku li gor îdiayê çêbûne jî mejanîzmayên nû hatine avakirin.

Di vê pêvajoyê da di nav FETOyê da veguherîn çêbû. Bingeha rêxistinê ya li Tirkiyeyê têk çû û tenê li derveyî welêt maye. Ji ber vê jî piştî vî qasî têkoşîna şaxên FETOyê yên li derveyî welêt girîngtir bûye.

Têkoşîna dijî sazûmaniya dervayî welêt a FETOyê ji bo Wezareta me bûye mijareke herî ewil û di rojeva me da cih girtiye.

Xetên sereke yên hewldanên me wiha dikare bê gotin;

a) Di çarçoveya bingeha hewldanên me da ev rastî tê nîşandan ku FETO di welatên din da jî ji hêla ewlehiyê va rîsk e. DI salên 1990î da FETO li welatên din jî wek Tirkiyeyê belav bû, xwest ku ji xwe ra ji hêla siyasî û aboriyê va qadan veke. Ji ber vê guh neda qanûnê van welatan û wisa ku ji binpêkirina wan jî netirsiya. Wek rêxistineke îstixbaratê xebitî ku ev bi mînakên berbiçav va hatin nîşandan.

b) Ji hêla din ji bo ku qada FETOya rêxistina terorê ya li dervayî welêt bê tengkirin, rê li ber şandina pereyan û reva wan a ji edaletê bê girtin tevdîrên îdarî hatine dîtin û xebatên adlî hatine kirin. Li Tirkiyeyê der barê serkirdeyên sazûmaniya dervayî welêt a FETOyê dikin da lêpirsîn hatine destpêkirin û ji welatên ku ev şexs lê dijîn daxwaz hatine kirin ku ew bên îadekirin. 

c) Bi taybetî di qada perwerdeyê da ji bo ku gavên dijî FETOyê nebin sedema mexdûriyetan û rê li ber vê bê girtin Weqfa Maarifê li giştiyê dinyayê xebatên xwe didomîne. 

Di nav vê çarçoveya li jor hat behskirin da û bi alîkariya mîsyonên me yên li dervayî welêt encamên berbiçav tên bidestxistin. 

Beriya her tiştî hatiye fêmkirin ku FETO wek ku xwe dide nîşandan ew ne tevgereke civakî ya bi perwerde û karûberên xêrê ra eleqedar e. Di qada navneteweyî da hêdî hêdî be jî hatiye fêmkirin ew rêxistineke tarî û bitalûke ye, armancên wê yên siyasî û aboriyê hene. 

Hin welatan û rêxistinên navneteweyî FETO wek rêxistineke terorê îlan kirin. Di vê çarçoveyê da di Civîna 43emîn a Wezîrên Karên Derva yên ÎÎTyê ya ku di 19ê Cotmeha 2016an da hat lidarxistin da FETO wek rêxistineke terorê hat îlankirin. Di 1ê Çileya Pêşîn a 2016an da Asambleya Parlamenterên Asyayê jî heman biryar da. Di Konferansa 12emîn a Yekîtiya Parlamenterên ÎTTyê ya 27ê Çileya Paşîn a 2017an da ev hat teyîdkirin. Ji bilî Qibrîsê, Mehkemeya Bilind a Pakistanê jî di 28ê Çileya Pêşîn a 2018an da biryar da ku FETO rêxistineke terorê ye. 

Piştî vê li hin welatan têkiliyên FETOyê yên dereqanûnî hatin eşkerekirin, endamên rêxistinê hatin dersînorkirin. Ji 20î zêdetir welatan ji 110an zêdetir endamên FETOyê hatin dersînorkirin ku herin Tirkiyeyê. 

Weqfa Maarifê ya Tirkiyeyê li 18 welatan dibistanên FETOyê dewr hilda. Li 36 welatan dibistan û qursên ziman ên FETOyê hatin betalkirin. 

Ji be rvan xebatên me li dervayî welêt zexta li ser endamên rêxistinê zêde bûn û qada wan teng bû. Ji bilî Tirkiyeyê Afrîka di serî da li gelek welatan reviyan. 

Di şaxa kurewî a FETOyê da xirabûneke berbiçav hat dîtin. Piştî vê rêxistinê bi xebatên PR û lobiyê nûçeyên derew çêkirin û çîrokên mexdûriyetê vegotin.

Rêxistin bi van xebatan dixwaze li ser medyayê dîsa cih bigre û bi kesên dijminên Tirkiyeyê ne ra hevkariya xwe xurt bike. 

Hewldana me ya dijî sazûmaniya dervayî welêt a FETOyê têkoşîneke dûr û dirêj e. Hikûmeta me wê xebatên xwe yên bi vî rengî bibiryar bidomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE