Di saetên LGS û YKS’yê de derketina derve qedexe ye

Li hemû bajaran di rojên ezmûnan de derketina derve bi qismî hat qedexekirin.

Di saetên LGS û YKS’yê de derketina derve qedexe ye

Rojên ku ezmûnên LGS û YKS’yê bên kirin li hemû bajaran derketina derve bi qismî hat qedexekirin. Bi vî awayî xwendekar bi rehetî wê herin ezmûnan û vegerin mala xwe. Lijneya Zanyaran xwest ku di rojên ezmûnan de derketina derve were qedexekirin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan jî talîmat da û Wezareta Karên Navxweyî giştîname şand 81 bajaran.

Roja Şemiyê Ezmûna Lîseyan wê bê kirin. Ji bo vê yekê di navbera saet 9ê sibê û 3êesirê de derketina derve qedexe ye.

Di rojên 27 û 28ê Hezîranê de jî du rûniştinên Ezmûna YKS’yê hene. Ji bo vê jî roja Şemiyê di navbera 9 û nîvan û 3ê esirê de derketina derve qedexeye.

Roja yekşemê jî di navbera 9 û nîvan û heta êvarê saet 6 û nîvan derketin qedexe ye.

Xwendekar ger bi wesaîdên komî herin cihê ezmûnê dikarin bi nasekî xwe re herin.

Ger xwendekar bi wesaîta taybet herin, ajokar û kesekî din dikarin bi hev re biçin cihê ezmûnê. Ji bo van kesan derketina derve qedexe nine.

Hejmara wezîfedarên ku di ezmûnan de wê bixebitin hatin zêdekirin.

Divê xwendekar û nasên xwe li gorî tevdîrên koronayê hereket bikin.

Her wiha xwendekarên ku nexweşî hatine tespîtkirin jî di avahiyên cuda de wê tevlî ezmûnan bibin.

Malbat dê nikarin têkevin baxçeyê dibistana ezmûnê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE