Li Mûşê piştî ku avahiya nû ya pirtûkxaneyê vebû eleqeya gel a ji bo wê bêhtir bû. li cihê nû qadên xwedninê fireh in, mirov dikare bi awayekî rihet jê fêde bigre. di sala 2021î de 220 hezar welatî çûne pirtûkxaneya mûşê.
Li pirtûkxaneya Mûşê 7 salonên mezinan, saloneke zarokan û salonek jî ji bo zarokên pêşdibistanê hene.
Li avahiya nû ya pirtûkxaneyê gel dikare bi awayekî rihet bixwîne.
Piştî çêbûna avahiya nû welatiyan zêdetir eleqe nîşanî pirtûkxaneyê da.
Him li vir pirtûk tên xwendin him jî xwendekar dikarin dersên xwe bixebitin.
Ji bo fêdeya zarokan jî amadehî hatine kirin.
24 hezar û 430 endam û 46 hezar û 250 pirtûkên pirtûkxaneyê hene.
Di sala borî de bi temamî 220 hezar kes hatine serdana pirtûkxaneyê.