Di salvegera revandina kurê xwe da çelenga reş danî li ber avahiya HDPyê

Celîl Begdaşê li Diyarbekirê ji bo kurê xwe çalakiya rûniştinê dike, di salvegera revandina kurê xwe da çelengeke reş danî li ber avahiyê HDPyê.

Di salvegera revandina kurê xwe da çelenga reş danî li ber avahiya HDPyê

Celîl Begdaşê li Diyarbekirê ji bo kurê xwe çalakiya rûniştinê dike, di salvegera revandina kurê xwe da çelengeke reş danî li ber avahiyê bajêr ê HDPyê.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiyê bajêr ê HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Bav Celîl Begdaş ji bo ku bigîhîje Yusufê kurê xwe yê ku par di 5ê Gulanê da di 17 saliya xwe da hatibû revandin, çalakiya xwe didomîne.

Di salvegera revandina kurê wî da êşa Begdaş dîsa nû bû û wî çelengeke reş danî li ber avahiyê bajêr ê HDPyê ku berteka xwe nîşan bide.

- "Kezeba min hildan. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle"

Begdaş daxuyand heta ew negîhîje kurê xwe Yusuf ewê dev ji vê çalakiyê bernede.

Celîl Begdaş wiha axivî: "Kurê min salek berê bi destê HDPyê revandin çiyê. Em baş dizanin ka ev çiqas zalim in. Di saet 07.00an da çû kar. HDPyê kurê min firot. Ez li vir bangî kesên xwedîwîcdan dikim. Heke ewladê we du saetan neyê malê hûnê çi bikin?"

Begdaş got ew Kurd e û wiha dewam kir: "Min mala kesî xirab nekir. Ez nikarim li mala xwe razêm. Kezeba min hildan. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle."

Begdaş anî ziman heta ew bigîhîje kurê xwe ewê ji vir ranebe û wiha axivî: "Jixwe ez mirime. Ez li vir bangî gelê Diyarbekirê dikim; mala min xirab bîû, lê bila mala we xirab nebe. Zarokê kî çûbe bila bên li vir em zarokên xwe ji van hildin. Bese bila dayik negirîn."

Begdaş behsa mexdûriyeta xwe kir û wiha axivî:

"Zarokên feqîr û belengazan hatin revandin. Heke ewlehî li vir nebûya dê wan em li vir lînç bikirana. Ev êş êşeke gelekî dijwar e. Kurê min nexweş e. Ez ji vir bangî hemû mirovan dikim; mala min xira bû. Bila mala we xira nebe, xwedî li zarokên xwe derkevin."

Begdaş spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û rayedarên din ên ku piştgirê dane wan kir.

Bav Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkan Aydin çalakiya rûniştinê dike jî diyar kir ku ji bo ewladên xwe nobedê digirin û bertek nîşanî HDPyê da.

Aydin got "Em li ber derê wê partiyê ne ku zarokên vî gelê revandin. Êdî yê ku vê nizane tuneye. Parlementerên HDPyê ji vir derbas dibin. Me jinedîtinê tên. Kanê we Kurdan temsîl dikir? Ma em ne Kurd in?" û axaftina xwe wiha domand:

"Heke Kurdbûn revandina zarokên 14-15 salî be û bi zorî şandina serê çiyê be em wê Kurdayetiyê naxwazin. Ez bangî parlementerên HDPyê dikim, 'Bi we ra qet wijdan tune? Hûn li malê çawa dikrin li rûyê zarokên xwe binêrin? Heke zarokên we du saetan neyên malê hûn dinyayê xira dikin. Li vir malbat 5 salan ji zarokên xwe xeberê nastînin. Celîl Begdaş çelenga reş danî. Ew gulên spî yên di nav çelenkê da jî kurê wî temsîl dikin."

Aydin ragihand li bendê ne ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji bo ku bigihêjin ewldaên xwe piştgiriyê bide wan û wiha axivî: "Te digot ku heq, edalet, hiqûq tu çima ji bo me jî nabêjî heq, edalet, hiqûq?"

Aydin bangî parlementerên HDPyê kir û got ku "Pişta xwe nespêrin PKK/YPGyê xwe bispêrin welatiyên Kurd. Hûn wê çaxê dikarin siyaseta xwe bikin. Heta ku hûn piştgiriyê bidin PKKyê dê gel piştgirî nede we û we şermezar bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE